Ferheng

D
Daxwazname

Nasandina Daxwaznameyê belgeyeke nivîskî ye.
Ku têda ji kesekî tiştekî dixwazî.
Ev kar bi waayê asayî li defterxaneyê pêk tê.
Ku jêra Daxwazjî tê gotin.

Dadgeha malbatê

Li bara Dadgeha Malbatê em dikarin bêjin ku dadgeheke taybet e.
Û pirsgirêkên malbatî hildikolîne.
Wek mînak heke mêrek li jina xwe bide.
Li wir li vî warî da biryar tê dayîn:

  • Gelo mêr dîsa jî mafê jiyana li kêleka jina xwe heye?
  • Gelo dikare zarokên xwe bibîne?
N
Navenda Rawêjkariyê

Navenda Rawêjkariyê alîkariya te dike û pişta te digire.
Navenda Rawêjkariyê alîkariya jinan dike.

Wek mînak

  • Heke tûşî tundiyê bûyî.
  • Heke dilniya nînî ku tundî tê hisab an na.

Tevahiya kedkarên wir jin in.
Loma jin hesta rehetiyê dikin.

S
Sitargeha Jinan

Heke jin bikevin ber tundiyê, dikarin serî li Sitargeha Jinan bidin. Jinan li wir ewlehiya xwe hene. Navnîşana wan nihênî ye. Tenê jin li wir dimînin. Tevahiya kedkarên wir jin in. Jibo wergirtina zanyariyên zêdetir serî li vê beşê bide...

Sitargeha Apartimanî

Sitargeha Apartimanî, cihên parastî ne.
Navnîşana wan nihênî ye.
Tenê jin li wir dimînin.
Hawargihanên civakî yên jinan li wir dixebitin.
Û pirs û pirsgirêkên te çareser dikin.

K
Klînîka seretayî ya Parastina li hemberî tundiyê

Tu li wir dikevî ber lênêrîna pizişkî.
Heke tûşî tundiyê bûyî.

Jibo wergirtina zanyariyên zêdetir serî li vê beşê bide...

Q
Qanûna Parastina li hemberî tundiyê

Armanca qanûna Parastina li hemberî tundiyê piştgiriya ji xelkê ye.
Dema ku xelk tûşî tundiyê dibin.

Qanûn li bara dema parastina te.

Û cûreya parastina te.

Dadwer li bara cûreya sînordarkirin û bêparkirina sûcdar biryarê dide.

Bi awayê nivîskî tê tomarkirin.

Û sûcdar nameyê werdigire.

Jibo wergirtina zanyariyên zêdetir serî li vê beşê bide...

Qanûnên Parastina Nihêniyan

Qanûnên Parastina Nihêniyan yanê mirov nikarin nihêniyan ji kesek din ra bêjin.

  • Dixtorê/a te mafê xwe tune ku tiştê te jêra gotiye, li ba kesek din aşkira bike.
  • Rawêjkarê te mafê xwe tune ku gotinên te bigihîne guhê kesek din.

Tenê di rewşekê da ku te rêdabe.
Dixtor û hawargihanên civakîdikarin vî karî bikin.

H
Hotline

Rawêjkarê têlêfonî yê Xwebêj ji wergirtina rênimûniyê ji rêya têlêfonê ra tê gotin.
Dikarî digel wan bişêwirî.

Jibo wergirtina zanyariyên zêdetir serî li vê beşê bide...

R
Rawêjkariya Qanûnî

Rawêjkariya Qanûnî li bara van babetan e:

  • Mafên min çi ne?
  • Çi qanûn bo min girîng in?
Rawêjkariya têlêfonî

Rawêjkariya têlêfonî wergirtina rawêjkariyê ji rêya têlêfonê ye.
BIG Hotline xizmetên rawêjkariyê raber dike.

B
Bêşûnûwar

Gellek kes hene ku êdî tu sitargeh û serpenaha wan tune.
Ewna li nav kolanan dijîn.
An li cihên ku taybetî kesên bêşûnûwar in.

F
Ferheng (Peyvname)

Dikarî wateya peyvên dijwar li nav Ferhengê peyda bikî.
Li wir bi zimanekî hêsan û xwerû hatine şirovekirin.