Li vir çi cûreya Tundiya Navmalî heye?

Li vir çi cûreya Tundiya Navmalî heye?

 

Gellek ji xelkê visa fikir dikin ku tundî yanê tenê ziyanên bedenî anku leşî.

Lê hin cûreyên Tundiya Navmalî hene.

Her cûre tundiya ku bibe sedema ziyana bedenî.

Û rûhî.

 

Tundiyên fîzîkî:

  • Êrîşbirin.
  • Têhildan û dan ber pêhnan.
  • Fetisandin.
    Bi awayekî ku nekarî bêhnê bikişînî.

Tundiyên hestbarî û atifî:

  • Dijûndan.
  • Diyarkirina kesinan ku tenê bikarî wan bibînî.
  • Diyarkirina şêwaza liberxwekirina kincan.
  • Tirsandin.
  • An gefxwarin:
    Wek mînak eva ku zarokê te ji te bistîne.
    An ziyanê bigihîne te.
    Û te.
    Ji malê. An welêt derxîne.

Tundiyên cinsî:

  • Heke kesek berovajiya meyl û daxwaza te nêzikî te be.
  • Heke berovajiya meyl û daxwaza dilê xwe neçar bî ku nêzikî kesek din bibî.
  • Handana te sa temaşekirina li fîlmên pornografî û dûrî exlaqê.
  • Destdirêjî:
    Cotbûna bi kesekî berovajî meyl û daxwaza dilê xwe.
    Û tevî gotina "Na".

Tenêhiştin:

  • Zîndanîkirin.
  • Heke rê nede te ku bi tenê herî der.
  • Heke îzna te bikaranîna têlêfonê tunebe.
  • Heke destûra te ya gepkirin û sohbeta bi yên din ra tunebe.

Ev babet jî ji tundiyan tên hisabkirin:

  • Heke rê nede te ku kar bikî.
  • Heke kesek diravê te ji te bistîne.
  • Heke rê nedin te ku tevlî kursa fêrbûna zimên bibî.
  • Heke ji jinekê hez dikî.
    Lê malbata te rê li ber te digire.
  • Heke neçar bî bi kesek ra bizewicî ku jê hez nakî.

 

Her cûre tundiyek ziyanê digihîne te.

Renge ji ber tundiyê, ji hêla bedenî.

An rûhî va nexweş bibî.

  • Û nekarî bi durustî rakevî.
  • Û pirrî caran serêş.
    An dilêş.
    An êşa mêdeyê tûşî te bê.
  • Û xemgîn û dilgiran bî.
  • Renge êdî nexwazî zêdetir ji vê yekê zindî bimînî.
  • Renge ziyanê bigihînî xwe.

Û hewcetiya te bi alîkariyê hebe.

Ev yek gellek girîng e.

Ji ber ku tundî xwebixwe bi dawî nayê.

Û pirrî caran xerabtir dibe.

Lê rêkarek heye!

Ew jî ev e ku li ser wê kesên din ra biaxivî.

Wek mînak:

  • Bi kesek ku baweriya te pê heye.
    Li ser wê tev hevalek.
    An hevkarekî/e xwe xeber bide.
    Digel hawargihanê civakî li cihê jiyana xwe sohbet bike.
  • Serî li Polîs bide.
  • Û serî li Navendeke Şêwirînê bide.