Heke xwîn ji leşê te diçe. An hestiyên te işkestine:
Serî li dixtor bide.
An nexweşxaneyê.
Bo yekemîn Navenda xizmetên seretayî yên awarte.
Klînîkek bi navê Klînîka seretayî ya parastina li hemberî tundî û şidetêheye.
Demekê dikarî herî wir ku:
Destpêkê têkilliyê bigire.
Tu dikarî hejmara têkillîgirtinê li vir bibînî.
Dûra dema hevdîtinê ji te ra tê terxankirin.
Ceribandinên pizişkî belaş in.
Hemî dixtor jin in.
Dixtora jin te dide ber lênêrînê.
Û hemû ziyanên ku li te ketine dinivîse.
Û ji birînên te wêneyan dikişîne.
Birîn belgeyin girîng in.
Tu yê hinge wan nîşanî dadgeh û polîs bidî.
Tu biryarê didî ku ji ser belgeyan.
Wek mînak li rêvebiriya Polîs.
Heke bixwazî kesê/a sûcdar mehkûm bikî.
An li dadgehê bi kar bînî.