Navendên rawêjakriya şolî û navendên destwerdana li qeyranê
Evna navendên rawêjkariyê ne ku alîkariya jinên ketine ber tundiyê dikin.
Tu dikarî Navendên Rawêjkariyê peyda bikî.
Navendên Rawêjkariyê çawa dikarin alîkariya te bikin?
Kedkara Navenda Rawêjkariyê dikare sa sekinîna li hemberî hemî van pirsgirêkan alîkariya te bike.
Çawa dikarî herî Navenda Rawêjkariyê?
Pêwîst nake navê xwe bêjî.
Heke naxwazî vî karî bikî.
Piştra çi diqewime?
Wê bo te biryareke hevdîtinê li Navenda Rawêjkariyê bê danîn.
Heke bixwazî kesekê wek hevrê bixwe ra bibî.
Kesek ku pêbaweriya te pê heye.
Heke dixwazî vî karî bikî.
Piştra kedkara wir bi te ra xeber dide:
Li bara pirsên te.
Heke Zimanê Almanî nizanî, wergêr dikare alîkariya te bike.
Ew:
Her çi ku tu dibêjî.
Û her çi ku kesên din ji te ra dibêjin, wergerîne.
Kedkara wir pişta te wek mînak li dadgeh an cihên din ên fermî bigire.
Dîsa jî heke li wir hewcetiya te bi wergêr hebe.
Her wiha Rawêjkariya qanûnî jî li navendên rawêjkariyê tê raberkirin.
Wek mînak li bara van babetan:
Her wiha bo te hin pêşniyar li bara zarokan li Navenda Rawêjkariyê tê raberkirin.
Zarok li wir tên parastin.
Û dikarî bi rehetî rawêjakriyê werbigirî.
Heke hewcetiya te bi piştgiriyê heye, ewna dikarin alîkariya te bikin.
Ewna dikarin hevrê digel te li dû Sitargeha Jinan bigerin.
An cihekî din.