Alîkariya ji rêya Têlêfonê

 

Tu dikarî digel BIG-Hotlinetêkilliyê bigirî.

 

Li bara BIG-HotlineÇi dizanî?

BIG yanê: Planadahêneriya Bêrlînêjibo sekinîna li hemberîTundiya dijî jinan.

Rawêjkarê Têlêfonî bêjeyeke din jibo wergirtina şêwirînê ji rêya têlêfonê ye.

Dema ku tu hewcedara alîkariyê yî, dikarî digel wan peywendiyên bigirî.

 

Heta ehke zimanê Almanî nizanî.

Li vî halî wergêrekî/e devkî dê alîkariya te bike.

Ew:

  • Her çi ku tu dibêjî.
  • Û her çi ku kesên din ji te ra dibêjin, wergerîne.

Tu dikarî ji BIG-Hotline di hemû rojên hefteyê da sûdê werbigirî.

Di her demekê da.

Berdewam.

  • Dikarî bi mera bikevî têkilliyê.
  • An E-Mailê bişînî.
  • Her wiha dikarî faksê bi kar bînî.

 

Pêwîst nake navê xwe bêjî.
Heke naxwazî vî karî bikî.

 

Çawa BIG-Hotline wê alîkariya te bike?

  • Heke nizanî:
    Tundî bûye an na?
  • Dema kesên din dibêjin: “Eva ku zêde xerab nine.”
  • Heke deqîq û tam nizanî divê çi bikî.
  • Heke nizanî:
    Ji ku alîkariyê werbigirî?
  • Heke lid û cihekî li Sitargeha Jinan î.
    An li Sitargehên Apartimanî.
  • Heke dixwazî ji rêya Dadgehê va wî mehkûm bikî.
    Wek mînak:
    Loma şirîkê te yê jiyanê divê nêzikî te nebe.
    Mafê wî yê ketina nav cihê mayîn. An mala te tune.

Bes digel BIG-Hotline têkilliyê bigire.

 

Piştra çi diqewime?

Kedkar li wir rawêjkariyê didin te.

Û te rênimûnî dikin û zanyariyên pêwîst didin ber destê te.

 

Renge yek ji kedkaran digel biryara hevdîtinê dayne.

Li cihekî ewleh.

Li wir dikarî pêra li bara van mijaran bifikirî:

  • Hewcedara çi alîkariyê yî?
  • Niha dê çi biqewime?