Nemaze bona zarokan xerab e ku:
Tûşî tundiyê bên!
Hin zarok neçar mane ku terka welatekî din bikin.
Û revîne.
Ji ber ku li wir şer û tundî hebûye.
Ewna dilgirana jiyana xwe bûne.
Û di vê rêkê da tûşî tiştên xerab bûne.
Her wiha zarok li nav malbatê jî tûşî tundî û şidetê tên.
Ewna şidetê dibînin, dibihîsin û wê hest dikin.
Cihêtiyek tune ku çendsalî ne.
Ewna pirrîcaran dibin goriyên şidetê.
Ewna dikevin ber lêdanê.
An dikevin ber gef û tirsê.
Carna jî zarok dikevin ber tundî û şidetên cinsî.
Her cûre tundî û şidetek li dijî zarokan xerab e.
Piştî wê yekê renge halekî gellek xerab hebin.
Divê zarok li hemberî tundî û şidetê bên parastin!
Hemî zarok gere ku bi dûr ji tundî û şidetê bên mezinkirin.
Eva mafê wan e.
Şêwazên taybet jibo alîkariya bo zarokan hene.
Ji kerema xwe alîkariya zarokan bikin.
Weg mînak bi rêya Polîs an Navendên Rawêjkariyê.
An li nav kampên jinan.
Tu dikarî navnîşanê li vir peyda bikî.