Dadgeh çawa dê alîkariya te bike?

Qanûnên girîng li dijî tundiyê.

 

Li vir qanûnek bi navêQanûna Parastina Li hemberî Tundiyêheye.

Armanca Qanûna Parastina Li hemberî Tundiyê piştgiirya mirovan li hemberî tundî û şidetê ye.
Jin zêdetir dikevin ber tundiyê.

Lewma ev qanûn jibo wan girîngtir e.

  • Lê ewna divê nekevin ber tundiyê.
  • Jin dikarin li hemberî tundiyê ji xwe berevaniyê bikin.

Tu dikarî jibo sûcên cûrbicûr li dadgeha Malbatê dozê vekî.

Tu yê ji destê sûcdar ewleh bî.

Û tundî dê bi dawî were.

Tu dikarî bona van sûcan dosyeyê vekî , wek mînak:

  • Mafê jiyana li apartimana we ya hevpar tê dayîn.
  • Êdî Sûcdar bo hatina nav malê tê qedexekirin.
  • Êdî Sûcdar mafê xwe yê hatina cihê kar û mayîna te tune.
  • Êdî Sûcdar nikare nêzikî te bibe.
  • Lewma êdî nayê pey te.

 

Êdî Sûcdar nikare tev te têkilliyê bigire.

Mafê wî yê tunebe ku bo te Emailê an Peyaman rêke.

An: Kesê Sûcdar dive 50 mêtran ji te dûr be.
Dive nêzikî te nebe.

Îzna wî tune biçe cihekî k utu têda yî.

                                                              

Bi her awayî heke kesê Sûcdarvan babetan binpê bike,

dikarî tev Polîs têkilliyê bigirî: 110

Polîs dikare te biparêze.

Ewna Kesê Sûcdar ji te dûr dikin.

 

Û jêra dosyeyekê pêk tînin.

Û sûcdar tê cezakirin.

Qanûnin zêdetir jî hene.

Wek mînak: Qanûnên Cezayî.

Ev qanûn diyar dikin:

Ku çi cûre ceza û darizandin jibo bêqanûniyên cûrbicûr hene.