Tundî xwebixwe nayê rawestandin

Tundî xwebixwe nayê rawestandin.

 

Carna bo heyamekê rewş baştir dibe.

Û renge visa bifikirî ku tundî bi dawî hatiye.

Lê pirrî caran pirsgirêk hema visa dimîne.

Û her tişt ji nû va dest pê dibe.

Ji ber vê yekê ye ku em jêra dibêjin Çerxeya Tundiyê.

 

Wek mînak:

  • Şirîkê te yê jiyanê gefan li te dixwi.
    Bi caran li te dide.
    Di encamê da wî hesteke baş heye û visa difikire ku bihêz e.
    Lê tu nedilgeşî.
  • Renge piştra şirîkê te yê jiyanê mixabiniya xwe ragihîne.
    Û lêborînê ji te bixwaze.
    Ew sozê dide te ku êdî nema li te bixe.
  • Xelatan dide te.
  • Û tu hesteke baştir peyda dikî.
    Peywendiyên navbera te û şirîkê te yê jiyanê dîsan baştir dibe.
    Renge ji nû va bibin evîndarên hevdu.
  • Lê her tişt ji nû va dest pê dibe. Pirsgirêk hema wisa dimîne. Hevjînê te dîsa gefan li te dixwi. Û tu ji nû va ditirsî. Tundî renge xerabtir jî bibe.

 

Em dixwazin wêrektiyê li te vejînin.

Gellek jin hesta şermesariyê dikin.

Ji ber ku mêrê wan bi wan ra gellek xerab reftarê dike.

Ji ber ku mêrê wan tund e.

Û ji ber ku ewna xwe biqusûr dizanin.

 

Hin jin ditirsin.

Û wek mînak li vê yekê difikirin ku:

  • Wê çi kes alîkariya min bike?
  • Gelo wê zarokên min ji min bistînin?
  • Gelo ez dikarim bêmêr bijîm?
  • Dirêv ji ku bînim?

Loma mgellek ji jinan ji tu kesî alîkariyê wernagirin.

Ewna li bara tundiya li mala xwe bi tu kesî ra xeber nadin.

Û birînên xwe vedişêrin.

 

Em dixwazin wêrektiyê li te vejînin.

Tu divê hesta şermesarî û xicletê nekî.

Tu ji ber tundiyê qusûrkar nînî.

Yê qusûrkar kesê sûcdar e.

 

Ji kerema xwe alîkariyê bixwaze.

Û li fikra alîkariya bo zarokên xwe be.

 

Û li bara tundiyê biaxive.

Tundî sirrek nîne.

Tundî mijareke kesane nîne.

 

Renge bixwazî telaqa xwe bistînî an cuda bibî.

Û bi tenê.

An tev zarokên xwe bijî.

Li vir alîkarî heye.