Tundî xwebixwe nayê rawestandin.
Carna bo heyamekê rewş baştir dibe.
Û renge visa bifikirî ku tundî bi dawî hatiye.
Lê pirrî caran pirsgirêk hema visa dimîne.
Û her tişt ji nû va dest pê dibe.
Ji ber vê yekê ye ku em jêra dibêjin Çerxeya Tundiyê.
Wek mînak:
Renge piştra şirîkê te yê jiyanê mixabiniya xwe ragihîne.
Xelatan dide te.
Peywendiyên navbera te û şirîkê te yê jiyanê dîsan baştir dibe.
Lê her tişt ji nû va dest pê dibe. Pirsgirêk hema wisa dimîne. Hevjînê te dîsa gefan li te dixwi. Û tu ji nû va ditirsî. Tundî renge xerabtir jî bibe.
Em dixwazin wêrektiyê li te vejînin.
Gellek jin hesta şermesariyê dikin.
Ji ber ku mêrê wan bi wan ra gellek xerab reftarê dike.
Ji ber ku mêrê wan tund e.
Û ji ber ku ewna xwe biqusûr dizanin.
Hin jin ditirsin.
Û wek mînak li vê yekê difikirin ku:
Loma mgellek ji jinan ji tu kesî alîkariyê wernagirin.
Ewna li bara tundiya li mala xwe bi tu kesî ra xeber nadin.
Û birînên xwe vedişêrin.
Em dixwazin wêrektiyê li te vejînin.
Tu divê hesta şermesarî û xicletê nekî.
Tu ji ber tundiyê qusûrkar nînî.
Yê qusûrkar kesê sûcdar e.
Ji kerema xwe alîkariyê bixwaze.
Û li fikra alîkariya bo zarokên xwe be.
Û li bara tundiyê biaxive.
Tundî sirrek nîne.
Tundî mijareke kesane nîne.
Renge bixwazî telaqa xwe bistînî an cuda bibî.
Û bi tenê.
An tev zarokên xwe bijî.
Li vir alîkarî heye.