Sitargehên Apartimanî

Wateya Sitargeheka Penaberan çî ye?

 

Tu li wir dikarî tev zarokên xwe.

An li kêleka jin û zarokên din

li apartimaneke hevpar bijî.

Li wir odeyek jibo te tê terxankirin.

Navnîşana wan nihênî ye.

 

Û tu divê kirê bidî.

Heke te dirav tune:

Alîkariyê bixwaze.

 

Hawargiahnê civakî wê alîkariya te bike.

Û heke pirs an pirsgirêkeke te heye, wê alîkariya te bike.

Her wiha dikare te.

Wek mîbnak li dadgehê an li ba berpirsan.

An Navendên rawêjkariyê hevrêtiyê bike.

 

Li hin apartimanan hin çalakî jibo zarokan pêk hatine.

Tu dikarî digel lawê xwe yê gir herî nav malên taybetî penaberan.

Heta heke lawê ji 14 salî jî girtir be.

 

Tu çawa dikarî herî Sitargeheka Apartimanî?

  • Heke nikarî li partimana xwe bimînî.
  • Heke nikarî herî Sitargeha Jinan.


Çawa dikarî herî Sitargeha jinan ?

  • Tu dikarî ji rêya nivîsgeha Sitargeha apartimanî têkilliyê bigirî.
  • Dikarî Kurtepeyamê (SMS) bişînî.
  • An E-Mailê bişînî.
  • Her wiha dikarî faksê bi kar bînî.

 

Piştra çi diqewime?

Li nivîsgehê biryareka hevdîtinê bo te tê tayînkirin.

Tu yê li wir hin zanyariyan li ser Sitargeha apartimanî werbigirî.

Dikarî tev kedkaran xeber bidî.

Dikarî ji wan ra bêjî ku çi hatiye serê te.

Û dikarî bipirsî.

 

Carna heta dikarî hin wêneyan ji Sitargeha apartimanî bibînî.

Dûra dikarî ji nû va li ser wê bifikirî.

Gelo te dil heye, cîbicî bibî.

Heke cîbicî bûyî,
kedkar wê pişta te bigirin û wê bersiva pirsên te bidin.

 

Tu dikarî hejmara têkillîgirtinê ya Sitargeha apartimanî peyda bikî.