Sitargeha Jinan

wateya Sitargeha Jinan çî ye?

 

Heke şirîkê te yê jiyanê li te xîne, an gefê li te bixwi

tu dikarî herî nav yek ji Sitargehên Jinan.

Tenê jin li wir dimînin.

Tu yê ji ewlehiya heyî li Sitargeha Jinan behremend bibî.

Zarokên te jî li Sitargeha Jinan wê ewleh bin.

Navnîşana wan nihênî ye.

Û nabe ku bi yên din ra bidî nasandin.

Û kes nikare te li wir bibîne.

Tenê jin li Sitargeha Jinan kar dikin.

 

Tu dikarî her dema ku bixwazî herî Sitargeha Jinan.

Tu heta dikarî.

Digel wir peywendiyê bigirî.

 

Tu dikarî zarokên xwe jî bibî Sitargeha Jinan.

Tenê babetek tê awartin:

Heke lawê te girtir ji 12 salî be.

Dûra bipirse:

Mafê wî yê çûyîna kîjan Sitargeha Jinan heye?

 

Heke tu ji welatekî din î jî

dikarî herî Sitargeha Jinan.

 

Li wir wergêrên devkî hene.

Jibo alîkariya jinên ku nikarin bi başî bi Zimanê Almanî biaxivin.

Jibo jinên nebîser wergêrên zimanê amajeyê jî hene.

 

Tu yê li Sitargeha Jinan li Bêrlînê kirê nedî.

Tu dikarî heta her wextê ku bixwazî li Sitargeha Jinan bimînî,

Pêwîst e.

 

Tu divê li fikra dabînkirina xwarika xwe li Sitargeha Jinan bî:

  • Tu yê bo xwe aşpêjiyê bikî.
  • Tu yê şûştinên xwe bixwe pêk bînî.
  • Tu bixwe baldariya ji zarokên xwe bikî.
  • Tu divê xwe ji vexwarina Alkolê li Sitargeha Jinan dûr bikî.
    An divê madeyên hişber û narkûtîk bi kar neynî.

 

Carna xelk li bara Sitargeha Jinan didin derewan.

Ewna naxwazin ku jin berê xwe bidin Sitargeha Jinan.

Ji ber vê yekê gellek tiştên nedurust dibêjin.

 

Çawa dikarî herî Sitargeha Jinan?

Tu dikarî digel Sitargeha Jinan têkilliyê daynî.

Her wiha dikarî ji wan alîkariyê werbigirî.

Kedkara wê derê demeke hevdîtinê bo te diyar dike.

Terî wir.

Yek ji kedkaran piştî biryara hevdîtinê li pey te tê.

An yek ji jinên ku li Sitargeha Jinan dijî.

Dûra hûn bi hev ra diçin Sitargeha Jinan.

 

Dikarî li vê derê hejmara têlêfonê ya Sitargeha Jinan peyda bikî.

 

Piştra çi diqewime?

Tu yê ji ewlehiya heyî li Sitargeha Jinan behremend bibî.

Odeyeke kesane jibo te tê terxankirin.

Tu dikarî bona bêhnvedanê herî wir.

 

Tu dikarî li bûyerên din jî bifikirî:

  • Gelo dixwazî herî mala xwe?
  • Gelo dixweazî bi dost an xizmên xwe ra bijî?
  • Gelo dixwazî ji mêrê xwe cuda bibî?

 

Kedkara Sitargeha Jinan wê bersiva pirsên te bide:

  • Jiyana min çawa didome?
  • Ez çawa têm parastin?
  • Zarokên min çawa tên parastin?
  • Mafê min çî ye?
  • Ez dikarim ji ku dirêv dabîn bikim?
  • Ez çawa dikarim malê peyda bikim?
  • Ez ji çi kesî dikarim alîkariyê werbigirim?

 

Kedkar jî diakrin hevrêtiya te bikin.

Wek mîbnak li dadgehê an li ba berpirsan.

An navendên rawêjkariyê hevrêtiyê bike.

 

Parêzer carekê di hefteyê da serî li Sitargeha Jinan dide.

Dikarî bi parêzer ra jî bişêwirî.

Û ev kar bi belaşî pêk tê.

 

Heke pêwîst be herî ser biryara hevdîtinê,

wê ji zarokên te baldarî bê kirin.

 

Tu divê van belgeyan hevrê digel xwe bibî Sitargeha Jinan :

  • Zanyariyên kesane
  • Zanyariyên zarokan
  • Guwahî û belgeya jidêbûna zarokan
  • Belgeya derhatê:
    Ev qanûn diyar dikin: Asta derhata te ye.
  • Bona jinên ku ji Almanê nînin:
    Passport.
    An belgeyek ku têda:
    Dema ku bo mayîna li Almanê Rêpêdayî yî, hatibe diyarkirin.
  • Karta Bîme anku Sîgûrteyê ji raberkira xizmetên bîmeya saxlemiya te.
  • Taybetmendiyên kesên ku bi giranî astengdar in.
  • Belgeyên hisaba te ya bankî.
  • Navnîşana dixtorên girîng.

 

Van tiştan bi xwe ra nebe:

  • Derman
  • Kinc
  • Alavên dibistanê yên zarokên te          
  • Pêlîstokên zarokan