Destpêk

Di gellek peywendiyan da tundî heye.

 

Ku wek Tundiya Navmalî tê naskirin.

 

Wek mînak Tundiya Navmalî yanê:

  • Dema ku mêrek li jina xwe dide.
  • Dema ku xortek gefê li diya xwe dixwi.
  • Heke bav dest li keça xwe ya negihîştî bide.
    Û keçik vê yekê nexwaze.

 

Gellek jinan Tundiya navmalî dîtine.

Lê tundî qedexe ye.

Nabe ku kesek li jinan bide.

Mafê tu kesî tune ku gefan li jinan bixwi.

 

Mafê tu kesî tune ku jinan neçê bi kar bîne.

 

Me dil heye hesta wêrekiyê li hemî jinan pêk bînin.

Û li te jî wêrekîyê vejînin.

 

Divê tu bizanî ku:

  • Neçar nînî ku tundiyê tamil bikî.
  • Tu dikarî li dijî wê bisekinî!
  • Eva tu yî ku jiyana xwe diyar dikî.
  • Tu ne bi tenê yî!

Alîkariyê werbigire!

Ji bo alîkariyê dikarî serî li vê malperê bidî.

 

Zanyariyên girîng jibo xwendinê:

Ev malper bi zimanekî xwerû û sade hatiye nivîsîn.

Tevî vê yekê jî çend peyvên dijwar û çetin têda xûya dikin.

Ev peyv bi awayê strû û pirrreng û sorhatine nivîsîn.

Şiroveya van peyvan li Ferhengê heye.

Li ser peyvê pêl anku Klîk bike.

Bi vî awayî dikarî têkevî nav Ferhengê.